H’emû nûçeSereke

Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ e’lam kirîye,wekî hela hê K’urdistan nava h’alê bi qezîyadane

Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ Armatûr Ah’med e’lam kirîye,wekî Herêma K’urdistanê hela hê nava h’alê bi qezîyadane û hela hê derheqa serk’eftina hindava nexweşîyêda e’lam nekirîye. Li ber r’ojne’mevana, wezîr gotîye wekî li hev hatîye K’urdistanê derxine li ser k’enarê bêqezîya. Bi gotina wî, qanûnên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gerekê hela hê bixebitin, lê hinek qanûn hatine sistkirinê. “Koronavîrûs li K’urdistanê û ji K’ördistanê der yeke, lê me we’deda gavên xwep’arastinê avîtin”,- ewî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî r’aste, ev r’êjîm h’ukumî li ser êkonomîkayê dike, lê h’ukumatê berê e’wlin bêqezîyabûna welatîyên xwe girîng h’esab kirîye.Em bêjin,wekî çend r’oj bûn, ku nexweşî zêde nedibû, lê r’oja çarşemê nexweşên nû hatine dîtinê.Bo wê yekê jî wezîr gotîye,wekî ew yek şe’detîyê dide ku koronavîrûs hela hê bin kontrolêda nîne.Ewî gotîye,wekî dezgehên sînora û fir’egeh wê hela hê girtî bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button