H’emû nûçe

K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê berbir’î wan meriva bûye, yên ku me’lûmetîyên fe’ş belav dikin

K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê derheqa t’êmake usada xeberdaye, anegorî k’îjanê hatîye dîyarkirinê,wekî endamên malbeta merivekî wefatbûyî pêşnîyar kirine, ku sed h’ezar diramî bidine wan û ew k’axezekî îmzekin, k’îjanêda nivîsar bûye ku ew meriv bi koronavîrûsê wefat bûye. “Merivên ku be’sên wî cûr’eyî belav dikin, nava şirovekirinên Arsên T’orosyanê wezîr û usa jî r’ûp’elê wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye fêysbûkêda dikarin bibînin.Me cêr’ibandîye ku em li peyî wan be’sa her’in, lê ewên ku ew nivîsar hiştine, t’u tişt r’aber nekirine û me kanîya wê yekê nedîtîye. Ev be’s ne anegorî r’astîyêne.Fe’mdarî nîne, ku k’ara dewletê k’îjane, ku bide k’ifşê, ku meriv zêde wefat dibin?”,-ewê nivîsîye. Nîkog’osyanê gotîye,wekî ji destpêka wefatbûna mêriv û t’eslîmkirina cinyaz ji alîyê wezîretêda tê kontrolkirinê.Bi gotina wê, hinek k’om dicêr’ibînin ku xebata wezîretê bêhurmetbe. “Feqet heger merivên usa hene, yên ku wê yekê dibêjin, em hîvî dikin ku şe’detîya r’aberkin”,-Nîkog’osyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button