H’emû nûçe

Piştgirîya fînansîye bo Ermenîstanê wê berfirebe

Nava doranên şer’k’arîya dijî belavbûna koronavîrûsê û encamên wêda, Ermenîstan bi aktîvî t’evî hevalk’arên xwe û sîstêmên navnet’ewî hevk’arîyê dike. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa16-ê gulanê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye.Ewî bîr anîye,wekî bi meremê h’elkirina pirsa ç’areserkirina xurek, h’etanî 3O-ê h’ezîranê cêrge eşîyayên girîng wê ji welatên sisîya bêyî bac bêne anînê. “Dik’evine nava cêrga wan eşîya pîvaz, sîr, k’elem, gizêr, bîber, birinc, xurekên zar’oka û dîsa cêrge eşîyayên mayîn, pêr’a jî çend cûr’e derman. K’anûna sala 2O19-a t’evî welatên Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî p’evk’etin hatîye destanînê, ku 9OO cûr’e eşîya bêyî bac bên anînê, lê paşî lênihêr’andinê bilindbûna bahên eşîya ew yek dane lîkvîdasîyakirinê”.-P’aşînyan gotîye.Bi gotina serekwezîr nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê Yektîya Avropayê bi t’omerî wê 96 mîlîon yêvro, ŞAY mîlîonek 7OO h’ezar dollar, banka H’emdinîyayê sê mîlîon dolar, yan jî piştgirîya têxnîkî-matêrîyalî bidine Ermenîstanê.P’aşînyan e’lam kirîye,wekî cêrge sîstêmên navnet’ewî û welatên hevalk’ar têr’a divînin piştgirîya fînansîye bona Ermenîstanê bidine berfirekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button