SerekeSîyasî

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dokûmêntên nû, yên derheqa xirabk’arîyên DAÎŞ-ye dijî êzdîya stendine

Hatîye r’agîhandinê,wekî dêlêgasîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, ya ku lêk’olînên k’omkujîya êzdîyava mijûl dibe, dokûmêntên nû yên derheqa xirabk’arîyên myîaserkirîda stendine.Bi dîyarkirina “Associated Press”-ê dêlêgasîya organîzeyêye lêk’olînê ji du mîlîona zêdetir axavtinên bi têlêfonê t’evî şe’dên xirabk’arîyên dijî êzdîya derbaz kirine û nava encamên vê yekêda dokûmêntên nû hatine berevkirinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî nava encamên bûyarêda, wextê k’îjanê DAÎŞ-ê 17OO leşkerên akadêmîya leşkerîye hewê kuştine, usa jî qampa Şpayxêrêye li Dicleyê, hinek xirabk’ar hatine cezakirinê.Li Îraqê meh’kemê qirar kirîye 27 endamên DAÎŞ-ê cezake, yên ku r’ola xwe nava kuştina 17OO leşkerada dane k’ifşê.Dêlêgasîya organîzeyê t’evî h’ukumata Îraqê hevk’arîyê dike û hîvîyêye,wekî li welêt qanûna derheqa xirabk’arîyên leşkerî û yên dijî merivatîyê wê bê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button