SerekeSîyasî

Yektîya Avropayê girêdayî sîyasîya h’ukumata T’irk’îyayêye hindava serokbajar’ên k’urdda xemgînîya xwe daye dîyarkirinê

Yektîya Avropayê girêdayî gavên h’ukumata T’irk’îyayêr’a, yên ku dijî serokbajar’ên k’urde li başûr-r’ohilatê welêt hatine avîtinê, xemgînîya xwe daye dîyarkirinê.Wek’îlê Yektîya Avropayêyî pirsên sîyasîya der û bêqezîyabûnê P’ît’êr Stano daye dîyarkirinê, wekî van axirîya dîsa pênc serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên wan hatine derxistinê. H’ukumata serokê T’irk’îyayê Êrdog’an destpê kirîye şuxulk’arên ji partîya Dêmokrasîya Gela ji qulixên seroketîya şaredarîya bide derxistinê, yên ku adara sala 2O19-a hatibûne hilbijartinê.Nava e’lametîya Yektîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê,wekî dewsa 45 serokên şaredarîyaye k’urd h’ukumatê merivên xwe k’ifş kirine.Seroketîya T’irk’îyayê e’lam kirîye,wekî giva ew PKK-va girêdayîne.Nava e’lametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî îzina h’ukumata T’irk’îyayê heye ku dijî têr’orîzmê şer’k’arîyê bike, lê ew usa jî gerekê bizanibe,wekî ew yek nava doranên konstîtûsîya T’irk’îyayê û borcdarîyên navnet’ewîda, anegorî azayên mafên mêriv, tê kirinê.Yektîya Avropayê bangî T’irk’îyayê kirîye,wekî ew gavên xwe anegorî borcdarîyên xartîya avropîye xweserk’arîkirina cî biavêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button