H’emû nûçe

Hevaltîyên têk’nolocîyên bilind wextê p’êşengeha p’evk’etina bahê 8,5 mîlîon dolara dest anîne

Hevaltîyên Ermenîstanêye têk’nolocîyên bilind nava sala derbazbûyîda wextê p’êşengehên li welatên cuda-cuda p’evk’etinên bahê 8,5 mîlîon dollara dest anîne û îdî peymanên bahê 4OO h’ezar dolara îmzekirîne. Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina klûba r’ojne’mevanaye êkonomîkî, cîgirê wezîrê têxnolocîyayên bilind Stêp’an Satûryan gotîye. “Sala derbazbûyî em t’evî çend p’êşengehên mezin bûne: li Sîngapûrê, Qeterê, P’arîzê, Taşk’endê û cîyên mayîn.Wextê çar p’êşengeha em gihîştine hevr’aqayîlbûnên 8,5 mîlîon dollara.Peymanên bahê 4OO h’ezar dolara îdî îmzekirîne”,-Satûryan gotîye. Bi gotina wî eşîyayên têk’nolocîyên bilind h’îmlî diçine welatên R’ojavayê, bi p’ir’anî li Almanîyayê. Meremê Ermenîstanê heye sûka xwe bide berfirekirinê. Bi gotina Satûryan r’ûê koronavîrûsêda cêrge p’êşengeh hatine paşdaêxistinê.Wextê prêss-konfêransa Nîkol P’aşînyanê serekwezîre 16-ê gulanê, serekwezîr gotibû,wekî sala 2O19-a deranîna eşîyayên têk’nolocîyên bilind bi 13,5 selefîva zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button