H’emû nûçeSereke

Hukumata Îraqê qayîl bûye ku beşeke miaşên qulixçîyên Kûrdistanê bişîne

Hatiye ragîhandinê, wekî hukumata Îraqê qayîl bûye ku beşeke miaşên qulixçîyên herêma Kûrdistanêye dewletê bişîne. Kanîya înformasyone ji kabînêta wezîra gotîye, wekî hukumata Îraqêye bi serkarîya Mistefa Kazimîyê serokwezîr, nava encamên cedandinên hukumata herêma Kurdistanê, qayîl bûye ku beşeke miaşa qulixçîyên Kûrdistanêye dewletê bişîne. Hatiye ragîhandinê, wekî Bexdayê 400 mîlîard dînara, dewsa 452 mîlîardên hermeh bişîne. Anegorî wê behsê, ev pare wê bona miaşa meha nîsane bêne şandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button