H’emû nûçe

Komplêk’sên “Smêrç” li cîyê t’e’lîmaye ” Bag’ramyan”-ê agir kirine

Li cîyê t’e’lîmaye “Bag’ramyan”-ê êtapa t’e’lîmên leşkerîye bi sirê derbaz bûye.Ji wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê r’agîhandine,wekî komplêk’sên r’okêta û usa jî sîstêmên r’êaktîve “Smêrç” hatine xebitandinê.Anegorî me’lûmetîyên ji wezîretê stendî,encamên t’e’lîma baş bûne.Qulixçîyên leşkerî pirsên pêşîya xwe danî h’el kirine. Meremê wan t’e’lîma ew bû, ku dîna xwe bidine hazirîya fermandara, ştaba û t’emamîya leşker.Em bîr bînin,wekî t’e’lîmên leşkerî ji 19-ê gulanêda destpê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button