H’emû nûçe

Patryarxê T’emamîya Ermenîya serokê Arsaxê pîroz kirîye

21-ê gulanê patryarxê T’emamîya Ermenîya Garêgînê Duda serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan girêdayî sondxwerina wîr’a ew pîroz kirîye. “Ji Êcmîyazîna Pîroz em We silav dikin û girêdayî hildana borcdarîyên serokê Arsaxêr’a, sondxwerina Wer’a, em dua’yê xwe tînin li ser We.Cime’ta mer’a şexsê We nase çawa şuxulkarê sîyasî, yê pêşxistina serbestîya Arsaxê. We ce’dandinên xwe p’êşk’êşî şer’k’arîya azadarîya Arsaxê, çêkirina jîyana nû kirîye û bi sala ser hev Hûn qulixên cabdarda bûne.Nava salên serbestîya Arsaxêda cime’ta me gihîştîye destanîn û serk’eftinên k’ifş, yên ku gerekê boy k’ara pêşxistina dewletê çendbarebin”,-Patryarxê T’emamîa Ermenîya nava pîrozbahîyêda gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button