H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 374 merivîva zêde bûye û gihîştîye 6302-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 374 merivîva zêde bûye û gihîştîye 6302 merivî. Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Niha 3257 meriv qenc dibin, 49 080 têst hatine kirinê, 2936 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 77 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, 14-ê gulanê li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.Ji 18-ê mehêda transporta civakî dixebite, lê bona r’êwîya û şofêra danîna maska e’seîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button