SerekeSîyasî

Nevsên ŞAY-ye r’esmî bang dikin ku di navbera t’irka û k’urdên Sûrîyayêda hevr’axeberdan destpêbin

Wek’îlê dêpartamênta ŞAY-ye dewletê bang kirîye ku li navbera T’irk’îyayê û k’omên k’urdaye li Sûrîyayêda hevr’axeberdan derbazbin û ew nêzîkî qirara sîyasîbin, bona ku Başar Esed ji wê ort’ê derk’eve.ŞAY cêr’ibandîye him T’irk’îyayê û him jî k’urdên ku seroketîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk dikin, derbazî hevr’axeberdanabin. Şêwirmendê dêpartamênta dewletê R’îç Aûtzên pêşnîyar kirîye ku herdu alîya bînin ber sivira hevr’axeberdana. Ewî gotîye,wekî hevr’axeberdan dikarin bighînine qirara sîyasîye bona t’emamîya Sûrîyayê.Admînîstrasîya T’ramp bi alîk’arîya T’irk’îyayê û hevalk’arên wêye li Sûrîyayê cêr’iband ku qewatên Esed berbi bakrû-r’ojavayê Sûrîyayê bibe.ŞAY piştgirîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk kir, bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê.T’irk’îya aminaya xwe li hêzên Sûrîya Dêmokratîk nayne û wana h’esab dike çawa qezîya bona bêqezîyabûna nava T’irk’îyayêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button