Sereke

Esekrên t’irka êrîş birine li ser mexberên li H’esenk’êyfê

Dewleta T’irk’îyayê her dem derba dighîne mexbera, lê vê carê ewê mexberên li gundê Gyûnêşlîyêyî li H’esenk’êyfê xirab kirine.Li ser darên ku li cîyê mexbera hene, ala t’irka dardakirîye.Em bêjin,wekî ev gund li neh’îya H’esenk’êyfêye, li provînsîya Batimanê û pêşda jî ew hatîye êrîşkirinê.Mexber bi têxnîka leşkerî hatine êrîşkirinê. Leşker bi barbarîyên xweva r’azî nîbûne û bo wê yekê jî mexberê şêx Îbrahîm h’edimandine, yê ku çawa mavzolêyî berbiç’e’v bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button