H’emû nûçe

Hêvîyên P’aşînyanê serekwezîre çi cûr’eyî ji alîyê wezîrê k’arên derda hene

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der, bi serk’arîya Zohrab Mnasakanyanê wezîr r’aporta xwe r’aberî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan kirîye. “Wezîr bi hûrgilî derheqa we’dê k’ifşkirîda r’aber kirîye, ku nava wî we’deyîda çi xebat hatine mîyaserkirinê.H’îmlî derheqa şuxulk’arîya pirsgirêka Qerebag’ê, naskirina k’omkujîya Ermenîye li ser dereca navnet’ewî, îzinnedayîna k’omkujîyaye dijî merivatîyê, p’arastina mafên mêriv û xebatên hevk’arîyêye li ser dereca dualî û p’ir’alîda hatîye r’aberkirinê”,- nava e’lametîya wezîretêda hatîye gotinê.Wezîrê k’arên der h’îmlî daye dîyarkirinê,wekî dîplomatîya ermenî bi şuxulk’arîya xwe îzbat kirîye, wekî xweserk’arîkirin prînsîpa sîyasîya Ermenîstanêye dere girînge û li ser du prînsîpên mayîn jî dixebite, yên ku derheqa hevk’arîya h’emermenîdaye, usa jî qîmetîyên cime’ta ermenî û berjewandîyn wê nava meydana navnet’ewîda dide ç’areserkirinê.Zohrab Mnasakanyan usa jî derheqa heleqetîyên t’evî R’ûsîyayê, ŞAY, Yektîya Avropayê û welatên avropîda, usa jî yên t’evî Gurcistanê û Îranê r’aber kirîye. Girîngîya cuda dane hevk’arîya sêalîye, ya Ermenîstanê- Qibrisê -Yûnansistanê. Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya t’evî welatên R’ohilata Navîn û Afrîkayê, usa jî welatên Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî, Organîzeya Bêqezîyabûna Kolêktîv, organîzeya Net’ewên Yekbûyî, Şêwira Avropayê, Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê, T’eşkîleta Frankofonîyayê û yên nava formatên mayînda çûye.P’aşînyanê serekwezîr pêşxistina p’êwendîyên nava van h’emû alîyada girîng h’esab kirîye.H’ukumatê derheqa pêwîstîya berfirekirina şuxulk’arîya êkonomîkîda jî daye dîyarkirinê.Ewî usa jî xebitandina potênsîyala h’emermenî girîng h’esab kirîye, bi h’esabhildana şuxulk’arîyên nava van salên dawîda, yên ku nava dîyasporayêda hatine kirinê.Girêdayî sîyasîya derr’a, serokê h’ukumatê t’eslîmkirinên nû dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button