H’emû nûçe

Meh’kema Avropayêye mafên mêriv wê girêdayî îşê kuştina ji alîyê R’amîl Safarovda ofîsêrê ermenîr’a qirarê qebûlke

26-ê gulanê meh’kema Avropayêye mafên mêriv qirarê qebûlke, girêdayî wê yekêr’a, ku çawa sala 2OO4-a wextê dersên NATO-ye li Avropayê, ofîsêrê ermenî ji alîyê ofîsêrê azêrîda hate kuştinê.E’rzên anegor ji alîyê du welatîyên Ermenîstanêda, Hayk Makûçyan û Samvêl Mînasyanda hatibûne dayînê.Samvêl Mînasyan îdî wefat bûye û van pirsava jina Mînasyan û zar’okên wî mijûl dibin.19-ê sibata sala 2OO4-a li Bûdapêştê ofîsêrê azêrî R’amîl Safarov, ofîsêrê ermenî Gûrgên Margaryan cîyê r’azayî dabû ber balt’e, bona wê yekê jî sala 2OO6-a meh’kema Bûdapêştê gunehê girtina h’eta-h’etayê dabû wî. Nava 3O-î salîda îzin t’unebû ku bibaxşandina wî.Ofîsêr nava doranên berne’ma NATO-da t’evî dersa dibûn.Kuştina ofîsêrê ermenîyî mayîn, Safarovr’a lihev nehatibû.Sala 2O12-a, 31-ê t’ebaxê h’ukumata Macaristanê Safarov t’eslîmî Adirbêcanê kir, li k’îderê jî ew aza berdane, ew çawa mêrxas qebûl kirine, dereca wîye leşkerî bilind kirine, mal û p’ere dane wî. Hema wê r’ojê jî Ermenîstanê e’lam kir ku p’êwendîyên dîplomatîke t’evî Macaristanê dit’er’ibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button