H’emû nûçe

Kirinên Adirbêcanê gerekê bêne gunek’arkirinê: Mnasakanyan

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der careke mayîn îzbat kirîye,wekî h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê bona seroketîyên Ermenîstanê û Arsaxê t’enê bi r’îya e’dil dikare bibe.Zohrab Mnasakanyanê wezîr wextê civîna şêwira wezîra, ya wezîrên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv: derheqa derbazkirina t’e’lîmên leşkerîye berfireda, yên ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirîda, yên ku bi binyat’a xweva yên êrîşkirinê bûn, xeberdaye. Ewî gotîye,wekî anegorî qewilên navnet’ewî, dokûmênta Vîênayê hatîye t’er’ibandinê.Bi gotina wezîr, kirinên wî cûr’eyî yên ku qewînbûna r’êgîyonê dih’edimînin û zyanê didine şuxulk’arîya e’dil, gerekê bêne gunek’arkirinê.Wezîr usa jî daye dîyarkirinê, ku seroketîyên Ermenîstanê û Arsaxê li ser wê t’abîyêne ku pirsgirêka Qerebag’ê nava doranên k’oma Mînskêda bi r’îya e’dil bê h’elkirinê. Mnasakanyan nava axavtina xweda usa jî derheqa bûyarên li R’ohilata Navîn xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî net’ewên kêmjimar gerekê bêne p’arastinê.Em bîr bînin,wekî ji 18-a h’etanî 22-ê gulanê hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî t’e’lîmên leşkerî derbaz kirin.Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Gabrîyêl Balayan, piştî destpêbûna t’e’lîma, gote r’ojne’mevana wekî anegorî peymanên navnet’ewî, Adirbêcan borcdare derheqa t’e’lîmada pêşda e’lamke, lê ewê ew yek nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button