SerekeSîyasî

Osman Baydêmîr: ev dewlet ne ya k’urdaye

Serokbajar’ê Dîyarbek’irêyî berê û parlamêntvanê T’irk’îyayêyî ji partîya Dêmokrasîya Gelayî berê Osman Baydêmîr e’lam kirîye,wekî dewleta t’irka ne ya dêmokratîke û gerekê bê welger’andinê.Derheqa wê yekêda Baydêmîr wextê hevp’eyvîna t’evî “Telegraf Aktuel”-ê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya welatê k’urda nîne, lê welatê dagirkire, ya ku lêgîtîmîya xwe unda kirîye.Baydêmîr daye dîyarkirinê,wekî dewleta t’irka nayê guhar’tinê û ne ya dêmokratîke, û serda zêde kirîye,wekî bi deha cara îdî hatîye eşkerekirinê,wekî ew dewlet nayê guhar’tinê û ne jî wê bibe ya dêmokrtîk. “Li Dîyarbek’irê qanûndarîya vî welatî t’une, çimkî qut’îyên bona hilbijartina hatine undakirinê.Eva welatê dagirkiraye”,-Baydêmîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî k’urd berbi dêmokratîzasîyayê dice’dînin. “Heger Salh’edîn Dêmîrt’aş t’extê xwe dilê cime’ta k’urdda danîya, ewê r’oja îroyîn li h’ebsêda nîbûya”,-Baydêmîr gotîye.Baydêmîr usa jî gotîye,wekî dema xwep’arastinê hatîye û h’emû kes gerekê r’abe li ser p’îya.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî miletê k’urd miletekî cudaye, yê ku xwe ji faşîstên k’emalîst û îslamîst dip’arêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button