SerekeSîyasî

T’eşkîletên mafp’arêz bangî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dikin, ku binelîyên E’frînê ji zordarîyê bip’arêzin

2O t’eşkîletên mafp’arêz, yên ku li bakûrê Sûrîyayê dişuxulin, bangî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî kirine, ku cime’ta E’frînê ji zordarîyên k’omên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, bip’arêzin.R’oja çarşemê di navbera wan k’omada p’evçûyîn destpê bûne û r’ûyê wê yekêda binelîên e’dil hatine kuştinê.R’oja înîyê ji alîyê partîya Yektîya Dêmokratîkda e’lametî hatîye belavkirinê, ku alî cime’ta E’frînê bikin.Nava e’lametîyêda r’ezedilvanên t’irk bona xirabk’arîyên dijî binelîyên e’dil hatine gunehk’arkirinê.Xêncî wê yekê T’irk’îya nava bi destî zorê guhar’tina dêmografîya li wan cîha gunek’ar kirine, çimkî ew sîyasîya dijî k’urda ye. Hatîye bangkirinê, ku Organîzeya Net’ewên Yekbûyî komîtêya bona lêpirsînên van xirabk’arîya sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button