H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan û Vladîmîr Pûtîn h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a gotûbêj kirine

Îro di navbera serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtînda qisa bi têlêfonê derbaz bûye.Wextê qisê Vladîmîr Pûtîn bo Nîkol P’aşînyan û endamên malbeta wî qencbûna lez xwestîye.Fikir dora h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a hatine p’evguhar’tinê.Pirsên derheqa hevk’arîya di navbera wezîretên herdu welataye saxlemîxweykirinêda hatine gotûbêjkirinê.Vladîmîr Pûtîn derheqa hazirîya R’ûsîyayêye bo piştgirîya Ermenîstanê, ya bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê e’lam kirîye. Xeberdan usa jî derheqa meşa 24-ê h’ezîranêye li Moskvayê, ya p’êşk’êşî 75-salîya serk’eftinê çûye. Bona t’eglîfkirinê, Nîkol P’aşînyan r’azalixî e’lam kirîye û bi guman gotîye,wekî wî çaxî ewê qencbûyîbe û wê bikaribe t’evî t’eşkîldarîya p’êşk’êşî 75-salîya serk’eftinê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button