H’emû nûçe

Serekwezîrê Ermenîstanê bi koronavîrûsê nexweş k’etîye

Serekwezîrê Ermenîstanê û endamên malbeta wî bi koronavîrûsê nexweş k’etine.Derheqa wê yekêda ewî wextê weşana bi fêysbûkê gotîye.Bi gotina wî pêşda germaya wî t’unebûye, her r’oj pêşîya çûyîna li ser xebatê ewî xwe kontrol kirîye. “Ez tê derdixim,wekî wextê şêwirdarîyên xebatê nexweş k’etime.Wextê şêwirdarîkê fîncanên avê bêyî lepik cîwar dikirin. Min derheqa wê yekêda got, lê îdî dereng bû. Endamên malbeta min jî ew nexweşî ji min hildane”,- P’aşînyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî ewê ku fîncan cîwar dikirin, ew jî hatîye kontrolkirinê û pê h’esîyane, ku ew jî nexwşe.Pêşîya çûyîna li ser xeta pêşin, duh, Nîkol P’aşînyan xwe têst kirîye û îzbat bûye,wekî li cem wî koronavîrûs heye.Zelal bûye,wekî endamên malbeta wî jî nexweşin. Ezê ji cîyê mayîna serekwezîr bixebitim, çimkî h’emû mecal hene û çiqasî dikarim ezê ji malê bixebitim”,- P’aşînyan gotîye û berbir’î h’emûya bûye, ku qanûnên dijî nexweşîyê xweykin.”Ew qanûn alî me nekirin, lê ez gumanim,wekî bi saya xweykirina qanûnaye ji alîyê minda, nava h’ukumatêda hindik meriv nexweş k’etine”,-ewî gotîye.Em bêjin,wekî îro r’oja bûyîna Nîkol P’aşînyanê serekwezîre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button