SerekeSîyasî

Înstîtûta Brûkîngsê dibêje ŞAY ku bona qewînkirina h’al alî K’urdistanê bikin

Înstîtûta Brûkîngsê e’şaretî daye ŞAY wekî Waşîngton bêyî piştgirîya hindava K’urdistana Îraqêda nikare bona berjewandîyên xweye li Îraqê qulix bike.ŞAY û Îraq gerekê lez hevr’axeberdanên stratêcîye bona p’êwendîyên pêşer’ojêye di navbera herdu alîyada destpêke.Înstîtûtê ew hevr’axeberdan çawa yên girîng h’esab kirine û daye dîyarkirinê,wekî ŞAY hazirîya xweye mezin li herêma k’urda dide k’ifşê, û h’esab dike wekî ŞAY nikare berjewandîyên xweye li Îraqê bêyî piştgirîya k’urda bip’arêze.Înstîtûtê gotîye wekî ŞAY gerekê piştgirîyê bide qewînbûna h’ukumê k’urdaye sîyasîy li Beg’dayê û herêma ot’onom bide qewînkirinê.Usa jî e’şaretî hatîye dayînê,wekî heger ŞAY li Beg’dayê piştgirîyê nede k’urda, wî çaxî ewê nikaribin bona pêşxistina berjewandîyên xweye li Îraqê gumana xwe bi t’emamî bidine li ser k’urda.Bi h’esabhildana krîzîsa êkonomîkîye li Herêma K’urdistanê û usa jî hevr’aqayîlbûnên fînansîye di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda, Brûkîngsê şêwir daye Waşîngtonê, ku îzinê nede ku herêm bi t’emamî bona krîzîsa êkonomîkî t’eslîmî kapîtûlyasîyayê bibe û pêr’a jî anîye bîra Waşîngtonê,wekî k’urdên Îraqê bona ŞAY dikarin bibine xerîta k’ardar, û bo wê yekê jî ŞAY gerekê piştgirîyê bide herêma k’urda bona ku ew pirsên xwe h’elkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button