SerekeSîyasî

R’ûsîya û T’irk’îya xwe hazir dikin

P’êşekzanên t’irka û r’ûsa girêdayî wê yekêr’a e’şaretîyê didin,wekî ŞAY dicêr’ibîne li ser têrîtorîyayên Sûrîyayê, Îraqê û T’irk’îyayê dewleta k’urda sazke.Hatîye dîyarkirinê,wekî ŞAY leşker û sîlih’a cîguhastî li ser t’opraxên bin kontrola yektîya dêmokratîke li Sûrîyayê dikin.Meremê ŞAY ewe, ku Sûrîyayê bide p’arçekirinê. Derheqa wê yekêda Dokû P’erînçêk r’ojne’ma t’irkîda daye dîyarkirinê.Ewî gotîye,wekî ji destpêka meha nîsanêda ŞAY sîstêma dewleta nû hazir dike, ya ku gerekê li ser t’opraxa bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê bê sazkirinê.Kanîyên înformasîyone li Sûrîyayê, yên ku înformasîyayê didine r’ojne’ma t’irka, r’agîhandine wekî ŞAY pr’ojeya bona sazkirina herêma ot’onome li bakûrê Sûrîyayê, daye lezêxistinê.Bi gotina wana ev gav çawa beşeke plana Waşîngtonê û T’êl-Avîvêye bona sazkirina K’urdistana mezine ya li ser t’opraxên T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îraqê û Îranê.Derheqa wê yekêda pirêsa R’ûsîyayê nivîsîye. P’êşekzanê r’ûsî e’yan Stanîslav Tarasov h’esab dike wekî xerîta herêmê wê bi t’emamî bê guhar’tinê û daye dîyarkirinê,wekî berê e’wlin Adirbêcan û T’irk’îya wê bêne guhar’tinê.K’urd têr’a dibînin ku wan dewleta p’arç’ekin, li k’îderê ew dijîn, dewletên mînanî Îraqê, Îranê, T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Adirbêcanê û yên Kavkazêye mayîn, Stanîslav Tarasov nivîsîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bona çi R’ûsîya gerekê dijwarîya pêşîya van qewimandina sazke.P’êşekzanê r’ûs dibêje,wekî diqewime Moskva r’ih’et dîna xwe nede van qewimandina, r’ûê k’îjanada sînorên li ser Kavkaza Başûr jî dikarin bên guhar’tinê. Sala 2O21-ê 1OO-salîya peymanên r’ûsa-t’irka demam dibe, bi k’îjana sînorên herêmê hatibûne danînê.Gelo Moskva dîna xwe dide vê yekê, çimkî piştî sedsalîyê h’idûdên T’irk’îyayêye t’evî Ermenîstanê, Nexçêvanê,Gurcistanê û Îranê wê bik’evine bin pirsê. Eva dibe sîlih’eke qewat destê R’ûsîyayêda, lê bi wê yekêva t’evayî înk’arkirina wê jî dikare usa bike ku Moskva kontrola xweye li herêmê undake.Moskva dicêr’ibîne h’îmê nû pêşda bik’işîne, lê ew nikare tiştekî nû r’aber bike. “Krêml gerekê e’lamî alîyên azêrîya û ermenîya bike, ku berjewandîyên wêye li herêmê çine bona ku ew nikaribin xerîta r’ûsa bona berjewandîyên xwe bidine xebatê. Moskva gerekê bîr bîne,wekî Qerebag’ sala 1813-a anegorî peymana Gulistanê k’etîye nava t’eşkîla împêratorîya R’ûsîyayê. R’ûsîya gerekê gava biavêje, ku li Pişkavkazê h’emû tiştî bide h’elkirinê”,-Tarasov nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button