SerekeSîyasî

Datxwezê t’irk bi girtinava gef xwerine, ku heger bi r’êaksîya cabdayînê caba kuştina xortê k’urd bê dayînê

Datxwezê T’irk’îyayêyî sereke bi fermî gef xwerine, ku k’î îzbat dike wekî xortê k’urd Bariş Çak’an nava encamê êrîşa r’asîstîyêda, bona guhdarkirina mûzîka k’urdî hatîye kuştinê, wê bê girtinê. Piştî çend r’ojên r’êaksîya nêgatîve nava t’or’ên sosîyalîda, dadgeha T’irk’îyayê dicêr’bîne wan meriva bide girtinê, yên ku h’esab dikin,wekî kuştina Çak’an êrîşa t’irkaye r’asîstîyêye dijî k’urdaye.Em dîsa bîr bînin,wekî xortê k’urdî 2O salî Bariş Çak’an bi derbên k’êra ji alîyê sê t’irkada li parka Enqerê hatibû kuştinê.Hatibû r’agîhandinê,wekî me’nîya kuştina wî ew bûye, ku ewî bi têlefona xwe mûzîka k’urdî guhdar kirîye.Kuştina xortê k’urd r’êaksîyake mezin dijî h’ukumata t’irka pêşda anîye.Endamên t’or’ên sosîyalî Enqerê nava dur’ûtîyêda gunek’ar dikin, çimkî Enqere ŞAY nava kuştina Corc Floydda gunek’ar dike, lê êrîşên r’asîstîyêye li T’irk’îyayê h’esab hilnade. Datxwezê t’irk gotîye,wekî k’î ku kuştina Çak’an çawa êrîşa r’asîstî h’esab dike, wî çaxî ew meriv dijî aşîtîya li T’irk’îyayêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button