SerekeSîyasî

Eskerê Îraqê li Tûz-Qurmetîyê peyî DAÎŞ-ê diçe

Sisê h’ezîranê eskerê Îraqê opêrasyîona bona ger’a ç’ekdarên DAÎŞ-ê derbaz kir, yên ku li neh’îyên Tûz-Qurmetîyê xwe vedişêrin.Nevsê r’esmîyî li wir gotîye “BasNews”-ê,wekî opêrasîyon sibe zû destpê bûye.Çawa ku pêşda hatibû e’lamkirinê, têr’orîstên DAÎŞ-ê kirinên xweye li ser têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirî aktîv kirine.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî hêzên pêşmerga t’evî opêrasîyonê nebûne, lê bi înformasîyayên ce’sûsî piştgirî dane eskerên Îraqê.Li cîyekî mayîn, li Maxmûrê, teyarên Îraqêye leşkerî cîyên DAÎŞ-ê dane ber bomba.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button