SerekeSîyasî

Ç’ekdarên DAÎŞ-ê li Xaneqînê çar fêrmêrên k’urd kuştine

R’oja pêncşemê ç’ekdarên DAÎŞ-ê li gundê nêzîkî Xaneqînê êrîş birine li ser k’omeke fêrmêrên k’urd û ji wana sê bira û bavê wan kuştine.Wek’îlên admînîstrasîya cî gotine BasNews -ê,wekî êrîş li fêrma li gundê Îslaxê qewimîye, li k’îderê çar endamên malbetekê r’ezên xwe berev dikirin. Ç’ekdara agir barandine û sê bira carekêr’a hatine kuştinê, lê bav bi k’edar birîndar bûye û paşê li xistexanê wefat bûye.Hatîye r’agîhandinê,wekî cîhadîst ji wê neh’îyê dûr k’etine, lê peyî wan diger’in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button