H’emû nûçe

P’aşînyan û malbeta wî lêk’olîna doxtirîyêr’a derbaz bûne

H’alê ji koronavîrûsê pêşdahatî, li Ermenîstanê çiqas diçe diha xirab dibe. Fikira wî cûr’eyî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan gotîye. “Me destpê kirîye derheqa t’er’ibandina qanûnên dijî koronavîrûsê şikila belav bikin. Bi avîtina gava vî cûr’eyî zelal bû,wekî xweynekirina qanûnên dijî koronavîrûsê nexweşîyê dide zêdekirinê”,-P’aşînyan gotîye. “Îro welatîkî bîyanî, yê ku li Ermenîstanê dijî, name ser navê şêwirmendê min nivîsîye û gotîye,wekî bi fikira wî h’al r’ûê wê yekêda xirab dibe, wekî welatîyên Ermenîstanê wextê ku hev dibînin, bi desta silavê didine hevdu û hev h’embêz dikin”,-ewî gotîye.P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî ew û endamên malbeta wî lêk’olîna doxtirîyêr’a derbaz bûne û li cem wan vîr’ûs bêyî t’u nîşana derbaz dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button