H’emû nûçe
Nîkol P’aşînyan û endamên malbeta wî ji koronavîrûsê qenc bûne
Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û endamên malbeta wî ji nexweşîya koronavîrûsê qenc bûne.Bi r’agîhandina ” Armênprêss”-ê, derheqa wê yekêda serekwezîr malp’era xweye fêysbûkêda nivîsîye.”Welatîyên h’izkirî, me hema hêja caba têstên malbeta xwe stendin.Bêguman, pêwîste ku we’dê belavbûna înfêksîyayê lê binihêr’in.Vê gavê girînge, wekî em h’emû jî saxlemin.Ez ji we h’emûya r’azîme bona wan xeberên weye qenc .Ezê veger’im li ser k’arê xwe”,-serekwezîr nivîsîye.