SerekeSîyasî

Meh’kema T’irk’îyayêye sereke qirara cezakirina dengbêja k’urd Hozan Canê guhar’tîye

R’oja pêncşemê meh’kema T’irk’îyayêye sereke qirara derheqa cezakirina dengbêja k’urd Hozan Canê, bi k’îjanê ew nava têr’orîzmêda gunek’ar dikirin, daye guhar’tinê.Em bêjin,wekî mijadara sala 2O18-a ew qirar hatibû qebûlkirinê .Canê salên 199O-î welatvînîya Almanîyayê stendibû.Ew sala 2O18-a li T’irk’îyayê girtin û bona wê yekê gelek şuxulk’arên Almanîyayêye sîyasî berbir’î dewleta T’irk’îyayê bûn, ku Canê aza berdin.Polîsîya T’irk’îyayê 23-ê h’ezîrana sala 2O18-a, bi gunek’arkirina wê çawa endama PKK-ê, li ser h’îmê stiranên wê, şikilên wêye nava t’or’ên sosîyalî, ew girt. Ew hatibû T’irk’îyayê ku wextê mîtîngên bo hilbijartinên partîya Dêmokrasîya Gela, bo hilbijartinên serokê T’irk’îyayê bistirê. Niha prosêsa meh’kemêye nû gerekê destpêbe û ew gerekê meha t’ebaxêda derbazbe. Vê carê diqewime Canê nava propaganda têr’orîzmêda gunek’ar bikin.Ev qirar bin h’ukumê şuxulk’arên Almanîyayêye sîyasîda hatîye guhar’tinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button