H’emû nûçeSereke

K’urdistan bona hevr’axeberdanên nû hazir dibe

Endamên dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê, yên ku bona hevr’axeberdanên t’evî Beg’dayê hazir dibin, r’oja sêşemê berev bûne, ku stratêcîya hevr’axeberdana gotûbêj bikin û wê hazirîyê îzbatkin, ku dixwezin pirsgirêkên t’evî h’ukumata Îraqê bidine h’elkirinê. Serk’arîya k’oma xeberdankira dike cîgirê serekwezîrê Herêma K’urdistanê Qubat T’elebanî.Wextê r’asthatinê komîtêyên mexsûs r’aportên xwe bona piştgirîya endamên dêlêgasîyayê r’aber kirine.Em bêjin,wekî h’ukumata herêmê îdî çend êtapa hevr’axeberdan t’evî Beg’dayê derbaz kirine, bona ku pirsgirêka h’elkin. Feqet, Beg’dayê dawîya sala derbazbûyî ew p’evk’etin t’er’ibandin û ew pirsgirêk hiştin ku piştî sazbûna h’ukumata nû gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button