H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr derheqa dirêjkirin yan jî dirêjnekirina we’dê h’alê qeydederda xeberdaye

Duh, piştî civînê wextê xeberdana t’evî r’ojne’mevana, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye,wekî diqewime h’alê qeydeder bê dirêjkirinê.Em bîr bînin,wekî ji 16-ê adarêda li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye îzbatkirinê.Ew 14-ê gulanê jî hate dirêjkirinê û wê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe. Qewilên h’alê qeydeder nava wî we’deyîda hatine guhar’tinê.Îzin dane hinek şuxulk’arîya ku ew şuxulk’arîya xwe mîyaserkin, lê pêr’a jî qewilên başqe hatine pêşdak’işandinê.Ji 18-ê gulanêda transporta civakî li Ermenîstanê dixebite, lê şofêr û r’êwî gerekê e’se bi maske û lepikên xwep’arastinê bin.Ji 4-ê h’ezîranêda qewilên başqe jî hatine zêdekirinê. Vir wada li h’emû cîyên civakî danîna maska e’seîye, xêncî zar’okên şeş salî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button