SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê: pirsgirêk gerekê bi heqî bêne h’elkirinê û nava doranên konstîtûsîyaêdabin

Serekwezîrê Herêma K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya koalîsîyona navnet’ewî bi serk’arîya gênêral Cêrald Strîklênd qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî konsûlê ŞAY-yî serekeyî li Hewlêrê St’îvên Fagîn hazir bûye. Pirsên girêdayî girîngîya koordînasîya di navbera hêzên pêşmerga, hêzên koalîsîyonê û eskerê Îraqêda, bona şuxulk’arîya dijî DAÎŞ-ê hatine gotûbêjkirinê. Serokê h’ukumata Herêma K’urdistanê, prosêsa r’êformên h’ukumatê û usa jî pirsên girêdayî govekên fînansîr’a r’aber kirine. Çi ku derheqa p’êwendîyên t’evî h’ukumata Îraqêdane, serekwezîr gotîye,wekî vê pirsê gerekê bi heqî û li ser bingeha konstîtûsîyayê, h’elkin.Cîgirê fermandarê hêzên koalîsîyonêye li Îraqê û Sûrîyayê, derheqa girîngîya berdewamkirina hevk’arîya hêzên koalîsîyonê û pêşmergada daye dîyarkirinê, bi t’aybetî hazirbûna nava goveka leşkerîda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button