H’emû nûçeSereke

T’enê 22 selefê êzdîya veger’îyane Şengalê

Piştî azakirina Şengalê îdî çar sal derbaz bûne, lê t’enê 22 selefê êzdîya h’etanî niha veger’îyaye malên xwe.Derheqa wê yekêda serokê şaredarîya Sincarê Mahma Xelîl gotîye.Em bêjin, ew neh’yî sisê t’ebaxa sala 2O14-a ji alîyê têr’orîstên DAÎŞ-da hate dagirkirinê.Paşê hêzên k’urda bi piştgirîya hêzên koalîsîyon, Şengal û paşê jî h’emû neh’îyn dor-berên wê aza kirin.Mahma Xelîl gotîye,wekî h’alê li Şengalê hela hê qewîn nîne. Bo wê yekê jî cime’t paşda venager’e.Bi h’ezara k’urdên êzîdî hela hê li qamp’ên li K’urdistanê dijîn.Hazirîya H’eşid Aş Şaabîyê jî, ya li Şengalê dîsa dijwarîya pêşda tîne. Bi gotina Xelîl, ji 1O8 h’ezar malbetên êzdîya t’enê 19 h’ezar malbet paşda veger’îyane Şengalê.Bi gotina serokê şaredarîyê, heger k’omên sîlih’kirîye ne bi qanûnî ji Şengalê derk’evin, wî çaxî cime’tê paşda veger’e malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button