H’emû nûçeSereke

Xalbûsî:em gumanin,wekî r’ola Nêç’îrvan Barzanîye miletîyê wê berdewambe

Spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Al Xalbûsî girêdayî salveger’a Nêç’îrvan Barzanîr’a, ya qulixa wîye seroketîyêr’a, ew pîroz kirîye û guman e’lam kirîye,wekî Nêç’îrvan Barzanî wê r’ola xweye miletîyê nava alt’kirina dijwarîyên welêtda berdewam bike.Duh salek demam bû, ku Nêç’îrvan Barzanî k’ete qulixa serokê Herêma K’urdistanê. Spîkêrê parlamênta Îraqê jî pîrozbahî Nêç’îrvan Barzanîr’a şandîye. “Ez girêdayî wê yekêr’a We pîroz dikim. Bona seroketîya We, cêr’ibandin û ce’dandinên We, ez r’azîbûnê e’lam dikim.Em gumanin,wekî Hûnê r’ola miletîyêye nava alt’kirina dijwarîyada berdewamkin û wê nêzîkbûna nû bona hevk’arîyê pêşda bê”,-Xalbûsî gotîye.Spîkêrê parlamênta Îraqê serokê K’urdistanêr’a açixî xwestine.Em bêjin,wekî dehê h’ezîrana sala 2O19-a, wextê t’eşkîldarîya bi heyteholî, li k’îderê mêvanên ji welatên der û bi seda nevsên derecebilind hazir bûn, Nêç’îrvan Barzanî bi r’esmî k’ete qulixa serokê K’urdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button