H’emû nûçeSereke

K’urdistan:bûyarên nexweşk’etina bi koronavîrûsê nava r’ojekêda gihîştine h’esabê r’êkordê

11-ê h’ezîranê li K’urdistana Îraqê derheqa zêdebûna nexweşên bi koronavîrûsê hate e’lamkirinê û zelal bû, wekî nava 24 seh’etada hejmara nexweşa gihîştîye h’esabê r’êkordê.Wezîrê saxlexmîxweykirinê Saman Barzancî gotîye,wekî li cem 18O merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye. Eva bûye h’esabê herî mezin, yê nava 24 seh’etada. Ev h’esabên nû hejmara merivên nexweşe li K’urdistanê gîhandine h’etanî 1891-ê. Hejmara wefatbûya gihîştîye 35-a, lê 559 meriv îdî qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button