H’emû nûçe

Serekwezîr serokê R’ûsîyaê û serokê h’ukumata R’ûsîyayê girêdayî r’oja R’ûsîyaêr’a ew pîroz kirine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan pîrozbahî li ser navên serokê R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn û serekwezîr Mîxayêl Mîşûstîn, girêdayî r’oja R’ûsîyaêr’a, şandine.Nava pîrozbahîya ser navê Vladîmîr Pûtîn Nîkol P’aşînyan gotîye:
“Birêz Vladîmîrê Vladîmîr,
Ez bi dil girêdayî r’oja R’ûsîyayêva, cejina dewletêr’a, We pîroz dikim.Ev cejin girêdayîye destanînên R’ûsîyayêye sîyasî, sosîyal-êkonomîkî û r’ola wêye nava meydana navnet’ewîda. P’êwendîyên Ermenîstanê û R’ûsîyaêye t’ifaqdarîyê dîsa qewîn dimînin, boy cime’tên herdu welata, lê hevk’arîya dualî jî nava h’emû govekada pêş dik’eve. Dostîya meye dîrokî, p’êwendîyên cime’tên meye biratîyê ne t’enê bingeha qewînin nava dereca dualîda, lê usa jî nava doranên t’eşkîletên navnet’ewîda.
Ez gumanim,wekî pêşer’oja nêzîkda welatên me wê bikaribin dijwarîyên we’delî alt’kin û emê p’êwendîyên xweye dîrokîye six bidine dasekinandinê. Evê r’oja cejinê, ez bo We seh’et-qewata baş, xweşbextîyê, açixîya, lê bona cime’ta R’ûsîyayêye bira, aşîtîyê, gulvedanê û pêşk’eftinê dixwezim”. Nava pîrozbahîya ser navê serekwezîrê R’ûsîyayê P’aşînyanê serekwezîr nivîsîye:
“Birêz Mîxayîlê Vladîmîr,
Ez bi dil girêdayî r’oja cejina dewleta R’ûsîyayêr’a We pîroz dikim.Ev r’oja cejinê dîroka dewleta R’ûsîyayêye bi h’ezara sala, mîrat’a welête r’uh’anî û çandî, xebata e’frandarîyêye bona pêşk’eftina welêt dide k’ifþê.P’êwendîyên ermenîya-r’ûsaye t’ifaqdarîyê li ser bingehê, dostîya bi sedsala hatine h’îmdanînê. Meriv bi r’azîbûn dikare bêje wekî hevk’arîya di navbera herdu welatada nava govekên k’ir’în- frotanê, êkonomîkî, ênêrgêtîkayê , gêopolîtîkayê, çandê, hûmanîtar û govekên mayînda qewîn dibe.Ez gumanim,wekî we’dekî nêzîkda h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî wê bê h’elkirinê û ew yek wê îzinê bide ku t’evgirêdanên xweye six em careke mayîn bidine xebatê.Ez bo We seh’et-qewata baş, gulvedanê û açixîya, lê bo welatîyên R’ûsîyayê aşîtîyê û gulvedanê dixwezim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button