SerekeSport

Sportsmên û p’êşekzanê work’aût’ê Manvêl Mamoyan gelek cara çawa Bryûs Lî nav dikin û me’nîya wê yekê heye

Manvêl Mamoyanê sportsmên, yê ku bi r’êkordên xweva e’yane, cara h’eyşta k’etîye k’itêba Gînêsêye r’êkorda.Ewî nava deqekêda 55 cara li ser du pêç’îyên xwe ji e’rdê bilind kirîye.Spûtnîk Armênîyayê t’evî wî qise kirîye.R’êkorda wî havîna sala 2O19-a hatîye r’êgîstrasîyakirinê. Feqet Mamoyan çend r’oj pêşda ji Londonê îzbatbûna derheqa wê yekêda stendîye,wekî r’êkorda wî k’etîye k’itêba e’yan. “Min bona wê r’êkordê mehekê xwe hazir kirîye, çimkî nava deqekêda min zûva dikaribû usa bikira.Nava encamên wê yekêda, piştî we’dekî dirêj, r’êkorda min kirine nava k’itêba Gînêsê”,- Mamoyan gotîye. We’deda kirina wî cûr’eyî artîstê e’yan Bryûs Lî dikir. Mamoyan hema pêşîya wê r’êkordê k’etîye. Sportsmênê cahil îdî xweyê h’eyşt r’êkorda ye, feqet pêşer’ojêda ew ji Londonê hîvîya du r’êkordên başqe ye. Manvêl niha li Moskvayê dijî û ew r’êkordên xwe li meydana Sor mîyaser dike, wana him p’êşk’êşî Ermenîstanê û him jî p’êşk’êşî R’ûsîyaê dike. Ew dixweze niha r’êkordeke nû hazirke, avtomaşînê bi du dirana û li ser herdu desta bik’işîne. Gelo ewê çawa wê yekê bike, ew hela hê nade k’ifşê. Înstagramêda ewî vîdêoyek r’aber kirîye, li k ‘îderê ew bi diranên xwe avtomaşînê dik’işîne. Mamoyan sala 1993-a li Yêrêvanê, li malbeta k’urdekî-êzîdîda hatîye dinîyayê. H’izkirina wîye hindava sportêda ji zar’otîyêda, ji dehsalîyêda pêşda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button