H’emû nûçe

Bona ku t’evî meşa leşkerî bibin, 75 qulixçîyên Ermenîstanêye leşkerî çûne Moskvayê

Bona ku t’evî meşa p’êşk’êşî 75-salîya serk’eftina nava şer’ê Wet’enîyêyî Mezinda bibin, 75 qulixçîyên Ermenîstanêye leşkerî çûne Moskvayê. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê,wekî leşker niha xwe bona meşê hazir dikin.Ewê wextê meşê alên dîvîzîya T’amanyan û Ermenîstanê destê xweda bibin.Em bêjin,wekî meşa p’êşk’êşî 75-salîya serk’eftinê, gerekê nehê gulanê derbazbûya, lê r’ûê belavbûna koronavîrûsêda ew r’oj cîguhastî 24-ê h’ezîranê kirin.Ewê r’ojê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyanê jî li Moskvayêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button