SerekeSîyasî

Baza leşkerîye li r’ex fir’egeha li Bexdayê dane ber r’okêta

Du r’okêt k’etine nêzîkî baza leşkerî, ya ku li r’ex fir’egeha Bexdayêye. Nîşangeha wê êrîşê t’abîyên leşkerên amêrîkî bûne. Nîşangeha h’îmlî ştaba bazayê bûye. Nava encamên wê êrîşêda t’u kes zyanê nek’etîye.Van axirîya bazayên îraqîyaye leşkerî, li k’îderê leşkerên amêrîkî cîwarbûyîne û usa jî baylozxana Amêrîkayêye li Bexdayê, çend cara r’astî êrîşên wî cûr’eyî hatine. Destpêka mehê r’oktek k’etibû li “zona k’esk”. Eva ew p’erç’ê Bexdayêye, li k’îderê avayên h’ukumatê û wek’îltîyên dîplomatîyê cîwar kirîne, nava wanda usa jî baylozxana ŞAY.Şeva 16-ê sibatê çend r’okêt hema li neh’îya baylozxana ŞAY t’eqîyane.Van r’ojên derbazbûyî jî du r’okêt k’etine li cîyên hêzên koalîsîyona navnet’ewî.Cabdarîya van êrîşa t’u k’esî hilnedaye ser xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button