CivakSîyasî

Li Ermenîstanê nava rojekêda li cem 665 meriva nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye

Nava roja dawîda, li Ermenîstanê li cem 665 meriva nexweşiya koronavîrûsê îzbat bûye, hejmara nexweşên tomerî gihîştiye 18698-a. Anegorî hesabên merkeza wezîreta Ermenîstanêye kontrolkirina nexweşiya, niha 10728 meriv qenc dibin, 89992 têst hatine kirinê, 7560 meriv qenc bûne, 309 meriv wefat bûne.

Em bêjin, wekî qewilên halê qeydeder hatine guhartinê. Îzina cêrge şuxulkarîyên êkonomîkî hatiye dayînê ku şuxulkarîyên xwe berdewam bikin. Transporta civakî ji 18-ê gulanêda dixebite. Anegorî qanûnnên pêşdakişandî, xebitandina maskên xweparastinê eseyî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button