H’emû nûçe

Li Hewlêrê avaya bona nexweşên bi koronavîrûsê hazir dikin

Dêpartamênta Hewlêrêye saxlemîxweykirinê avayên xwendik’ara bona nexweşên bi koronavîrûsê hazir dikin, çimkî hejmara nexweşa lez zêde dibe. Ev avayî bona wan nexweşa hazir dikin, li cem k’îjana nîşanên nexweşîyê dîyar nînin. Wezîreta saxlemîxweykirinê pêşda e’şaretî dabû,wekî sîstêma wan diqewim r’ûê zêdebûna nexweşada nikaribe h’emû nexweşa bide r’azîkirinê, heger nexweşî bi têmpên vî cûr’eyî zêdebe.Anegorî h’esabên 17-ê h’ezîranê li cem 2655 meriva ew nexweşî îzbat bûye û 59 meriv jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button