SerekeSîyasî

Meremê opêrasîyonên T’irk’îyayêye li Îraqê ewe, ku kontrola xwe li Sincarê bide îzbatkirinê

Me çawa da dîyarkirinê,wekî xêncî derbên avîyasîyon, yên ku 15-ê h’ezîranê li K’urdistana başûr T’irk’îyayê destpê kiribûn, 17-ê h’ezîranê jî eskerên li ser e’rdê opêrasîyon destpê kirin.Xêncî teyara usa jî aparatên bêpîlot tên xebitandinê.Serk’arê ce’sûsîya ştaba T’irk’îyayêye sereke, yê berê, Îsmayîl Hakk’i P’êk’în wextê hevp’eyvîna t’evî “Yênî Şafak”-ê derheqa opêrasîyonên T’irk’îyayêda gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî PKK bi r’îya neh’îya H’evtanînê p’êwendîyên xwe t’evî k’urdên Îraqê û Sûrîyayê ç’areser dike û li wan neh’îya şer’k’ara hazir dike.Ewî usa jî gotîye ku heger T’irk’îya li H’evtanînê kontrola xwe îzbatke, wî çaxî ewê bikaribe çûyîn-hatinên berbi Sincarê kontrolke. Bi gotina wî, meremê opêrasîyonaye dawî ewe, ku T’irk’îya li neh’îya Sincarê kontrola xwe îzbatke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button