SerekeSîyasî

Banga bona sazkirina zona hewêye derdadaîye li ser Şengalê

T’eşkîletên civakîye ji Îraqê, nava wanda t’eşkîletên jina jî berbir’î h’ukumata welêt, Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bûne, bang kirine, ku li ser Şengalê zona hewêye derdadayî bona T’irk’îyayê pêşda bik’işînin.Wan t’eşkîleta bang kirîye, ku li ser neh’îyên h’îmlîye li k’îderê êzdî dijîn, zona hewê bona T’irk’îyayê bigrin. Nava banga xweda wana derbên avîyasîya t’irkaye li Şengalê gunek’ar kirine, yên ku duşema derbazbûyî hatine mîyaserkirinê.Hatîye gotinê,wekî bombebarandinên t’irkaye hert’imîye li Şengalê, meriva dikujin û binelîyên cî naxwezin ku sala 2O14-a bê wek’ilandinê.Usa jî hatîye dîyarkirê,wekî r’êjîma t’irkaye okûpasîyon dijî êzdîyên bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê jî, gavên wî cûr’eyî diavêje.Gilî derheqa wê yekêdane,wekî leşkerên wan êrîşa dibine li ser gundên êzdîya,binelîyên li wir dikujin, jinên cahil dir’evînin, agir berî zevîyên wan didin.Hatîye gotinê,wekî nava pirsêda firqîya DAÎŞ-ê û T’irk’îyayê t’une.Eva hema me’nîke serekeye wekî binelîyên Şengalê naxwezin veger’ine li cî û warên xwe. “T’irk’îyayê gerekê bidine sekinandinê, civaka navnet’ewî gerekê bixebite, ku k’omkujîya êzdîyaye bi sirê mîyaser nebe”,-nava e’lametîya t’eşkîletada hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button