H’emû nûçe

P’areskerê ermenî îdî li Moskvayêye: sê r’oj mane, ku meşa r’esmî derbazbe û ew xebatên hazirkirinê mîyaser dikin

P’areskerê ermenîyî ji 75 leşkera îdî li p’ayt’extê R’ûsîyayê-Moskvayêye, yê ku xwe bona meşa p’êşk’êşî 75-salîya nava şer’ê Wet’enîyî Mezinda hazir dike. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêyî p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda daye dîyarkirinê. Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa p’areskerên ermenî, ala sêr’engê destê wanda, soqaqên Moskvayêr’a derbaz dibin.Em bêjin,wekî h’emû leşker bi maskên xwep’arastinêva diçin. Em usa jî bêjin,wekî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyanê wê li wir hazir nîbe. Ewî ser navê serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ne’me nivîsî bû û bi yazixî e’lam kiribû,wekî ewê t’evî t’eşkîldarîyên p’êşk’êşî 75-salîya r’oja Serk’eftinê nebe.P’aşînyan gotibû,wekî r’ûê h’alê ji koronavîrûsê pêşdahatî ewê li wir nîbe. Ew pirs di navbera admînîstrasîyayên serekwezîrê Ermenîstanê û serokê R’ûsîyayêda hatîye gotûbêjkirinê. Ermenîstanê li Mosvayê ji alîyê wezîrê p’arastinêda bê r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button