H’emû nûçe

T’irk’îya dinîya e’reba dagir dike

Seroketîya T’irk’îyayê bi sîyasîya xweye nêoosmanîyêva nava van salên dawîda ce’dandina dide xebatê, ku hazirîya xweye leşkerî li welatên dinîya e’reba bide zêdekirinê. Ew carina jî t’opraxên Sûrîyayê û Îraqê dagir dike.Wezîrê T’irk’îyayêyî k’arên der Çaûşog’lû e’lam krîye,wekî meremê Enqerê heye ku Îdlîbê werguhêzî zona bêqezîyabûnê bike û li wir qewatên xwe cîwar bike. Boy meremên xweye vî cûr’eyî T’irk’îya h’emû mecalên xwe dide afûkirinê, t’evî k’omên têr’orîsta hevk’arîyê dike û ner’azîbûnên Damişqê, yan jî şikyatên wê, h’esab hilnade. Ew serbara serda, bi t’evbûna t’evî şuxulk’arîya Astanayê, ce’dandina nahêvşîne ku r’îya şuxulk’arîya h’emû hevr’axeberdanên k’urda bide girtinê.Li Sûrîyayê Enqerê ce’dandinên xwe didane xebatê, ku desthilat bik’eve destê t’eşkîleta êk’strêmîstîye bi navê “birayên musulman”, lê ew yek jêr’a li hev nehat. Feqet ji sala 2O15-da T’irk’îyayê destpê kir girêdayî wê t’eşktletêr’a t’evî Qeterê hevk’arîyê bike, ya ku fînansekirina wê t’eşkîletê mîyaser dikir, li k’îderê r’êberên wê t’eşkîletê ji Misirê r’evîbûn Qet’erê. Ew yek bû me’nî, ku T’irk’îya h’ukumê xwe li wî welatî zêdeke û hazirîya wîye leşkerî jî li wir hebe. Cotmeha sala 2O15-a T’irk’îyayê baza xweye leşkerîye e’wlin cîwar kir, ya ku paşê bin navê hevk’arîyê li wir ma. Pêncê h’ezîrana sala 2O17-a, piştî krîzîsa dîplomatîyêye di navbera Qet’erê û çar welatên e’rebaye mayîn, E’rebistana Saûdîyê, Misirê, Yektîya Mîrtîyên E’rebada û Bahrênîyêda pêşdahatî, p’êwendîyên Qet’erê û T’irk’îyayê diha six bûn.Bi vê r’ê T’irk’îya derbazî dinîya e’reba dibe, mesele, li T’ûnîsê, Lîbîyayê û Asîya R’ojavayayê, usa jî welatên Afrîkayêye mayîn. Niha sirê gihîştîye Lîbîyayê. Van axirîya jî ew bi me’nîya gîhandina derbaye hindava PKK-ê, serbestîya Beg’dayê p’êpes dike. Sala 2O13-a t’evî PKK-ê, p’evk’etina agirbestê hate destanînê. Feqet wê yekê dirêj nek’işand û Enqerê opêrasîyonên leşkerî careke mayîn dijî k’urda destpê kirin, hema bi wê me’nîyê, ku ew bikaribûya dijî t’eşkîletên k’urdaye li Sûrîyayê şer’k’arî bikira. 15-ê h’ezîranê, bi eskerê li ser e’rdê û bi qewatên hewê, ewê êrîş destpê kir.R’ojtira mayîn baylozê T’irk’îyayêyî li Beg’dayê gazî wezîreta Îraqêye k’arên der kirin û nota şikyatkirinê dane wî.Ew kirin usa jî ji alîyê parlamênta welêtda hatîye r’exnekirinê. 17-ê h’ezîranê T’irk’îyayê dîsa opêrasîyona berfire li bakûrê Îraqê mîyaser kir. Baylozê T’irk’îyayê careke mayîn gazî wezîreta Îraqêye k’arên der kirin û nota şikyatkirinêye diha berk’ r’aberî wî kirin.Wek’îlê hêzên Îraqêye sîlih’kirî da dîyarkirinê,wekî wê îzinê nedin ku ew yek dîsa biwek’ile û bi wê yekêva gotîye,wekî ewê bi dîplomatîyayê caba T’irk’îyayê bidin. Kirinên T’irk’îyayê ji alîyê Yektîya Mîrtîyên E’reba û parlamênta welatên e’rebada hatine gunehk’arkirinê. Çawa caba wê yekê, Enqerê e’lam kirîye wekî wê li Îraqê diha zêde bazayên leşkerî sazke.Hevr’aqayîlnebûên li dinîya e’reba niha bona meremê T’irk’îyayê tê bêjî r’ê vedikin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button