H’emû nûçe

K’oma doxtiraye duem ji Fransîyayê hate Ermenîstanê

Bi teyara mexsûs ji bajar’ê Fransîyayêyî Marsêlê k’oma duem, ya doxtirên ji Fransîyayê hate Ermenîstanê, serk’arîya k’îjanê dike doxtirê ermenîyî e’yanî ji Fransîyayê Loran P’ap’azyan.Wek’îlê k’arê dîyasporayê Zarêh Sînanyan, baylozê Fransîyaêyî li Erenîstanê Jonat’an Lak’ot’, cîgira wezîrê saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyan li fir’egehê çûne pêşîya wê k’omê.Doxtirek nava k’omêda e’silê xweda ermenîye û ev k’oma doxtira wê nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, piştgirîyê bide doxtirên Ermenîstanê.Ofîsa wek’îlê k’arên dîyasporayê vê înîsîyatîvê bi hevk’arîya t’evî wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê û baylozxana Fransîyayêye li Ermenîstanê, usa jî t’evî h’ukumata Fransîyayê mîyaser dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button