H’emû nûçe

T’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê wê derheqa şer’k’arîya dijî nexweşîya koronavîrûsê çend tişta pêşnîyarke

Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’astî serk’arê ofîsa t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinêye li Ermenîstanê Yêgor Zaysêv û şêwirmendê serokê merk’eza t’eşkîletêye li Avropayê Mîşêl T’îyêrên hatîye. Ji wezîreta saxlemîxweykirinê r’agîhandine,wekî mîsîya t’eşkîleta h’emdinîyayê hatîye Ermenîstanê ku nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê stratêcîya Ermenîstanê lêk’olîn bike û pêşnîyara bike.Wezîr guman e’lam kirîye,wekî piştî t’omerîkirina xebata, pêşnîyarên t’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê wê alî şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bikin. Mîşêl Tîyêrên derheqa seredanên li nexweşxana “Nork’ê”-ye înfêksîyon û ya “Grîgor Lûsavorîç” xeberdaye.P’êzekzana nasîya xwe daye qenckirina nexweşên bi koronavîrûsê.Ewî gotîye,wekî nexweş gerekê bêne p’aravekirinê û nexweşên bi nexweşîyên mayîn ji guhdarîyê der nemînin.Arsên T’orosyan derheqa xebatên doxtirada û hazirîya wanda daye dîyarkirinê.Ewî daye dîyarkirinê, ku nexweşên bêyî nîşanên nexweşîyê û usa jî yên dereca navîn li malê qenc dibin û bin kontrolêdanin.Alîya dane dîyarkirinê, ku lazime dîsa r’astî hevdu bên û cêr’ibandina p’ev biguhêr’in û pêr’a jî encamên hazirîyê bidine t’omerîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button