H’emû nûçe
Mînavêjên ku li Ermenîstanê hatine çêkirinê
Wezîrê Ermenîstanêyî têxnologîyayên bilind Hakob Arşakyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda têxnîka leşkerîye nû ya ku li Ermenîstanê tê çêkirinê, r’aber kirîye.Ewî daye k’ifşê,wekî xêncî van tişta dîsa tiştên başqe hene ku li Ermenîstanê tên çêkirinê, lê ew yek niha nayê r’aberkirinê.Em bîr bînin,wekî 14-ê gulanê wextê gotûbêjkirina li h’ukumatê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kir,wekî bona Ermenîstanê potênsîyala ulmî û pêşxistina goveka senaya leşkerî heye û serda zêde kir,wekî senaya leşkerî gerekê bibe govekeke êkonomîka Ermenîstanêye pêşk’eftî.H’eyştê nîsanê jî wezîrê têxnologîyayên bilind Hakob Arşakyan e’lam kir,wekî zûtirekê têxnîka ku li Ermenîstanê tê çêkirinê, dikare derk’eve sûka navnet’ewî.