SerekeSîyasî

ŞAY 21 mîlîon dolar dane k’urdên Sûrîyayê

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji ŞAY 21 mîlîon dolar stendine.Derheqa wê yekêda asanja t’irkaye Anadolûyê nivîsîye.Hatîye r’agîhandinê, wekî ew p’ere p’eretî dane alîyê Sûrîyayê, wextê ku dijî Sûrîyayê sanksîyayên amêrîkî hatine pêşdak’işandinê.Em bîr bînin,wekî pêşda seroketîya k’urdaye li ser têrîtoîya Sûrîyayê hîvî ji ŞAY kir, ku sanksîyayên pêşdak’işandî h’ukumî li ser wana nekin.Feqet piştî wê yekê bahên xurek û ardû giran bû.Neh’îyên Sûrîyayêye r’ohilatê, li k’îderê k’urd dijîn, nikarin t’evî Îraqê ariş-vêrişê bikin, çimkî sînor ji alîyê ŞAY-da hatîye girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button