H’emû nûçe

Prêssa e’reba bi berfirehî derheqa hevp’eyvîna serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyane derheqa k’omkujîyada daye dîyarkirinê

R’ojne’ma e’rebîye here bi qedir ya ku ji sala 1875-da derdik’eve û r’ojê bi tîraja mîlîonekê çap dibe, “Al Ahram”-ê hejmara xweye 25-ê h’ezîranêda derheqa hevp’eyvîna serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyanda nivîsîye. Hevp’eyvîna Armên Sargsyan nava prêssa e’rebîda bi berfirehî belav bûye.Ji wana geleka derheqa hevp’eyvînêda nivîsîne û ew hevp’eyvîn bi xwe p’ara vekirine, pêr’a jî serokk’omarê Ermenîstnê daye dîyarkirinê: “Em nikarin k’omkujîya Ermenî bîr bikin û em nikarin encamên wêr’a li hev bên. Em nikarin zêrandinên şih’îda h’esab hilnedin û bona nisiletên wana em gerekê pêşer’oja bêqezîya û bi qedir bidine ç’areserkiinê”. “We’dê k’omkujîya Ermenî t’une:osmanîya nava dîrokêda k’omkujîya here xirab mîyaser kirin.H’evp’eyvîna Armên Sargsyan usa jî ajansa k’urdîye ANF (Firat News Agency)-da hatîye weşandinê.Em bîr bînin wekî nava hevp’eyvînêda Armên Sargsyan h’îmlî derheqa k’omkujîya Ermenîda xeberdabû, derheqa girîngîya naskirina û dersên k’omkujîyêda dabû dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button