SerekeSîyasî

Bi deha h’ezara têr’orîst dikarin ji Sûrîyayê derbazî Îraqêbin: wezîrê Îraqêyî k’arên der

Wezîrê Îraqêyî k’arên der Fûad H’usêyn e’lam kirîye,wekî r’îya t’ek-t’enê, ya bona h’elkirina kirzîsa Sûrîyayê, xebitandina mêt’odên sîyasîye û heger li Sûrîyayê h’al neyê guhar’tinê, qewînbûna li r’êgîyonê wê bik’eve bin qezîyayê, bi deha h’ezara têr’orîst dikarin ji Sûrîyayê derbazî Îraqêbin.Derheqa wê yekêda wezîr wextê vîdêokonfêransa li bajar’ê Bryûsêlê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî şer’k’arîya dijî t’eşkîletên têr’orîstîye r’adîkal û berê e’wlin dijî DAÎŞ-ê, gerekê berdewambe.Fûad H’usêyn usa jî gotîye,wekî ew yek jî girînge ku serbestîya welêt bê xweykirinê û t’u kes t’evî k’arên Sûrîyayêye hundur’ nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button