SerekeSîyasî

“Herêma K’urdistanê mafê xwe dip’arêze, yê anegorî konstîtûsîya Îraqê, û ewê t’u cara nava wê pirsêda berbi kompromîsê neçe”: Me’srûr Barzanî

H’ukumata Herêma K’urdistanê wê xebata li ser qayîlîya t’evî h’ukumata Îraqê berdewamke, bo mafê cime’ta xwe, ya konstîtûsîyon. Derheqa wê yekêda Me’srûr Barzanîyê serekwezîr gotîye. Ev e’lametî wextê hevdîtina bi r’êjîma vîdêokonfêransê belav bûye, wextê k’îjanê dêlêgasîya h’ukumata herêmê, ya bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî , derheqa hevr’axeberdanada daye dîyarkirinê.”Herêma K’urdistanê mafê xwe dip’arêze, yê anegorî konstîtûsîya Îraqê, û ewê t’u cara nava wê pirsêda berbi kompromîsê neçe”,- Me’srûr Barzanî gotîye. Dêlêgasîya h’ukumata herêmê h’evtîya derbazbûyî çûbû Bexdayê û çend r’asthatin t’evî nevsên îraqîye fermî derbaz kirine, nava wanda usa jî t’evî serekwezîrê Îraqê Mistefa Al K’azimî. Feqet ew gerekê t’evî Bexdayê bighîjine qayîlîya dawî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button